Li Stenbolê qirkirina siyasî: Gelek ciwanên HDP'yî hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Stenbolê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz destgîr kir.
Polîsên Tirk li Stenbolê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz destgîr kir.
Hat ragihandin ku serdegirtina malan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de pêk hatiye.
Di serdegirtinan de endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Ciwanên ku bi îdiaya "endamên rêxistina terorê ne" hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.
Hate diyarkirin biryara ‘nepeniyê’ danîne ser lêpirsînê û parêzer wê nikaribin biçin serdana kesên hatine destgîrkirin.
Ji nav kesên ku hatine destgîrkirin û navê wan diyar bûne ev in “Sedat Ugraş, Muhammed Ugraş, Bariş Ugun, Rojîn Degîrmenci, Osman Koçar, Serhat Yavaş, Sema Korkmaz.”