Li Stenbolê polîsan êriş birin ser endamên SODAP'ê
Endamên SODAP'ê zemên ku dema dawî zêde bûne şermezar kirin. Lê belê polîsan êriş birin ser meşê û 7 kes bi lêdanê destgîr kirin.
Endamên SODAP'ê zemên ku dema dawî zêde bûne şermezar kirin. Lê belê polîsan êriş birin ser meşê û 7 kes bi lêdanê destgîr kirin.
Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" li Kolana Îstîklalê ya Taksîmê zem şermezar kirin.
Lê belê polîsan pêşî li komê girtin û nehiştin bimeşin. Komê tevî astengiya polîsan jî meşa xwe dewam kir. Polîsan jî êriş birin ser çalakgeran û 7 kes bi lêdanê destgîr kirin.