Li Stenbolê Newroza gelan tê pîrozkirin
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapi ya Stenbolê gelên herêmê û hêzên demokratîk ber bi qadê ve herikîn. Li qada pîrozbahiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm têne qîrîn.
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapi ya Stenbolê gelên herêmê û hêzên demokratîk ber bi qadê ve herikîn. Li qada pîrozbahiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm têne qîrîn.
Bi sed hezaran kes li qada Yenîkapi ya Stenbolê li hev dicivin ku Newroz bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' lê tê pîrozkirin.
Ji serê sibehê ve bi hezaran kes ji deverên cuda yên bajêr berê xwe dan qada pîrozbahiyê.
Li pêşiya Metroya Yenîkapi û li ber nuqteyên kontrolê govend têne gerandin, girseya gel a li qadê jî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji Ocalan re" qîriya.
Polîsan li pêşiya metroyê benda kontrolê danî. Komîteya Amadekar jî ji bo pîrozbahî bi rengekî ewle pêk were bendeke nû ya kontrolê danî.
Li gel kiryar û astengiyên kêfî yên polîsan jî girseya gel bi pankart û flamayê xwe derbasî qadê dibin.
Polîsan bi taybetî dest danîn ser şala ji wêneyê Hevserokê berê yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş.
Girseya gel dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" alên HDP û Newrozê hildan.
Ji 7 salî heta 70 salî li gel sermê jî bi sed hezaran kes li hev civiyan.
Di pîrozbahiyê de ku kincên gelêrî yên Kurdan bal kişand, li gelek deveran govend hate gerandin.
Pîrozbahî dewam dike.