Li Stenbolê ji bo 3 PKK'yiyan merasîma bîranînê hate lidarxistin

Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê ji bo 3 PKK'yiyên di demên cuda de şehîd bûn merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li Stenbolê bi pêşengiya ANYAKAY-DER'ê ji bo Mehmet Alî Yeşîlfîdan, Gulnaz Olçay û Ferdî Îlham ên di demên cuda de şehîd bûn, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Xizmên kesên hatin windakirin û gelek kesên din beşdarî bîranîna li Bahçelîevlerê bûn. Di bîranînê de find li pêşiya wêneyên şehîdan û Rêber Apo hate vêxistin û kulîlk hatin danîn.

Di bîranînê de sînevîzyonek ji axaftinên Rêber Apo hate nîşandan û piştre dîmenên ji têkoşîna cangoriyan hate nîşandan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, beşdar axivîn û diyar kirin ku ew şehîdan ji bîr nakin û wê têkoşîna wan dewam bikin.