Li Stenbolê bibombeyên gazê êrîşî çalakiya 14’ê Tîrmehê kirin
Li Stenbolê bibombeyên gazê êrîşî çalakiya 14’ê Tîrmehê kirin
Li Stenbolê bibombeyên gazê êrîşî çalakiya 14’ê Tîrmehê kirin
Meşa ku Rêxistina BDP’a Stenbolê ji bo bîranîna kesên di berxwedana “rojiya mirinê” ya di 14’ê Tîrmeha 1982’an de jiyana xwe ji dest dayîn, xwestin li Tunelê heya Qada Taksîmê meşekê pêkbîne ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê girseya ku ber bi Tarlabaşiyê meşiyan rê li trafîkê girtin, polîsan bibombeyên gazê êrîşî girseyê kir.
Meşa ku Rêxistina BDP’a Stenbolê ji bo bîranîna kesên di berxwedana “rojiya mirinê” ya di 14’ê Tîrmeha 1982’an de jiyana xwe ji dest dayîn, xwestin li Tunelê heya Qada Taksîmê meşekê pêkbîne ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Bi sedan kesên li Qada Tunelê gihan hev, polîsan bi TOMA, û sedan polîsên hêza çevîk bend danîn. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber benda polîsan, girseya ku destûr nehate dayîn ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin, ber bi Tarlabaşiyê ketin rê.
Çalakvanên ku li Tarlabaşiyê rê li trafîkê girtin û helwesta polîsan protesto kirin, polîsan bibombeyên gazê êrîş kir. Girseyê bi keviran bersiva êrîşa polîsan da.