Li Stenbolê bi sed hezaran kesî got: Azadî ji Abdullah Ocalan re!

Bi sed hezaran kesên ku li Yenîkapiyê Newroz pîroz kirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" li qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, bi coş dewam dike. Tevî ku hewa sar e, pîrozbahî bi coşeke mezin tê lidarxistin. Piştî xwendina metna hevpar a saziyan, Hevbedevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî.

Demîr bi bîranîna Kemal Kûrkût, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku sîstema bi tundiya dewlet û mêr hatiye avakirin wê bê hilweşandin. Demîr bal kişand ser têkoşîna jinan û got, "Em jin, em ê civakê azad bikin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Demîr bal kişand ser tecrîda giran a 24 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Birêz Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dîlgirtî ye. Di şexsê Birêz Ocalan de hewl didin ku çavkaniya jiyanî, berxwedan û têkoşînê ya gelê Kurd tune bikin. Îro li vir, sibe li Amedê wê tecrîd ji holê bê rakirin. Li van qadan ew tecrîd hatiye têkbirin. Zindan wê bêne hilweşandin. Rejîma AKP-MHP'ê wê di binê wan zindanên faşîzmê de têk biçe."

'SERKETIN WÊ YA ME BE'

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî Newroz li gelan pîroz kir û got, "Beriya 6 salan ruhê faşîzmê li vir hate avakirin. Lê belê bi sekna xw eya li vê derê we ev ruh têk birine. Ruhê serketine û Newrozê hate avakirin. Bi bawerî û serketina we ev qad bû gora faşîzmê." Keskîn Bayindir got, "Bi vî ruhî îsal bû sala serketinê. Serketin wê ya me be."

'AZADÎ JI RÊBER APO RE'

Bayindir bal kişand ser ruhê berxwedanê yê ku li zindana Amedê bi çirûska Mazlûman rû da û diyar kir ku heta niha dewam dike û got, "Gelê Kurd bi vê baweriyê bi ser faşîzma AKP-MHP'ê ve dimeşe. Silav ji yên li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Îsal wê bibe sala serketin û azadiyê."

Keskîn Bayindir diyar kir ku dem hatiye ku yekîtiya neteweyî bê avakirin û got, "Ev qad, ev ciwan ji bo vê girîng in. Newroz îsal wê bibe Newroza azadiyê ji Rêber Apo re ku têkoşîna azadiyê ya diyarî gelê Kurd kir."

Gava ku Bayindir navê Abdullah Ocalan her carê anî ser ziman, bi sed hezaran kesî dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Piştî axaftinan koma Vardiya derkete ser dikê.

Piştî muzîkê jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ji girseya gel re axivî.