Li Stenbolê 8 wesayît hatin şewitandin
Li navçeyên Stenbol Bahçelîevler, Gazîosmanpaşa û Sûltanbeyliyê, 8 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin.

Li Bahçelîevlerê saet di 23:00 de, 2 wesayîtên li pişt navendeke bazarê ya li nêzî rêya bejahî ya D-100 ji aliyê kesekî nenas ve hat şewitandin. Wesayîtên ku bi alîkariya welatiyên derdorê hat vemirandin, zerareke mezin ji şewatê dît. Li Kolana 551 a Taxa Yenî ya navçeya Gazîosmanpaşayê mînîbusek û 4 wesayît ji aliyê kesên nasname nediyar ve hatin şewitandin. Li Sûltangazî jî li kolan 1341'ê wesayîtek hat şewitandin.