Li Skenderûnê kar ji bo tespîtkirina nasnameya cenazeyan tê kirin
Li Skenderûnê ji bo tespîtkirina nasnameya kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li 7 goristanên cuda kar tê kirin.
Li Skenderûnê ji bo tespîtkirina nasnameya kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li 7 goristanên cuda kar tê kirin.
Li navçeya Skenderûn a Hatayê, piştî ku karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin bidawîkirin, karê ji bo rakirina enqazê dewam dike. Li gorî agahiyên ji Skenderûnê hatin wergirtinê zêdeyî 4 hezar kesî li navçeyê jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo tespîtkirina nasnameya kesên jiyana xwe jid est dane li 7 goristanên cuda yên li navçeyê rayedarên dewletê kon danîne. Piştî tespîtkirina nasnameyên cenazeyan li Goristana Çankayayê tên veşartin.