Li gel ku birînên mexdûrên erdhejê bi dermankirinê dewam dikin, li gelek herêman pêwîstiya herî mezin hê jî stargeh û kon e. Endamê Rêveberiya Partiya Kedê Halîl Îmrek ku nêzî 2 hefte ye li Skenderûnê ye, li ser rewşa mexdûrên erdhejê ji ANF'ê re axivî.
Halîl Îmrek diyar kir ku, daxwaza kesên ku malên wan sivik zirar dîtine yan jî ji ber erdhejê bi fikar in û xwestine li nêzî malên xwe konan vekin nehatiye pêk anîn û wiha got, “Nêzî du hefte ye ez li Skenderûnê me. Li herêma Skenderûnê bi giştî 35 bajarên konan hene. Ev bajarên kon hê jî tên avakirin. Lê hê jî pêwîstiyên gel bi temamî nehatine bicihanîn. Her wiha, malên hinek kesan jî hindik xisar dîtine yan jî zirar nedîtine, yên ku ji ber hejên nû naxwazin bikevin malên xwe, fikar û tirsa wan heye jî konan dixwazin.
Li şûna bajarên konan, dixwazin kon li nêzî malên wan bin, ji bo hewcedariyên xwe bi cih bînin. Kon tenê li cihên ku bajarên kon lê hene tên dayîn. Di vî warî de, wek mînak, ji bo konan daxwazek mezin ji me re tê. Her wiha li herêmên ku kon lê ne, pirsgirêkeke girîng a paqijiyê heye. Mînak nexweşiyên harî dest pê kir. Ji ber ku ev du hefte ne mirov nikarin xwe bişon. Piştî sê hefteyan, serşokên mobîl nû hatine sazkirin. Lê cihê cilşûştinê tune. Herwiha di warê tenduristiyê de bi taybetî di zarokan de kuxik û nexweşî çêdibin.”
50-60 HEZAR KES JI SKENDERÛNÊ DERKETIN
Halîl Îmrek anî ziman ku li herêmên çiyayî yên Skenderûnê gel hê jî li malên xwe dijîn û got ku 50-60 hezar kes ji bajêr derketin û wiha domand: “Nifusa Skenderûnê bi giştî 250 hezar e. Nêzîkî 50 hezar ji wan li zozanan, li herêma çiyayî û zinar a bi navê Esentepe, Gultepe, Yildirimtepe û Kocatepe şeş taxên gir dijîn. Ti ziyan negihîşt malên wan kesan. Piranî li navenda bajêr hilweşîn çêbûn. 50-60 hezarên din jî ji bajêr derketine. Yên mayî li bajarên konan dimînin, lê pirsgirêka sereke stargehên daîmî, konteyniran an xaniyên çêkirî ne.
Li bajarê konê ku em niha lê ne niha 170 kon hene. Dildarên Klûba Rotary 100 ji wan ava kirin. Nêzî 40 ji wan ji aliyê AFAD'ê ve hatin avakirin. Me yên din ava kirin. Em wek Partiya Kedê li vir in, sendîka û pêkhateyên wek Ekmek û Gul, DÎSK Gîda-Îş, DÎSK Îletişim-Îş û BirTEKSEN jî hene. Bi tevahî hezar û 200 kes li vir dijîn. Niha li vir sê dan xwarinên asayî hene. Pirsgirêkên ceyran û avê ev rojek an du rojin hewl tê dayîn bên çareserkirin, lê wek mînak hîn li hemû kon tune ye. Me duh li vir konê navenda tenduristiyê veda. Mirov hêdî hêdî dest bi muayenê kirin. Dîsa li vî bajarê konê ku em lê dimînin me du konên lîstikê yên zarokan û atolyeyên hunerê vekirin. Peykersaz Uygur Orhan ji Enqereyê hatiye. Bi zarokan re peykerên ji axê çêkirin.”
GOTIN HETA DAWIYA SIBATÊ WÊ KON BIQEDIN LÊ…
Îmrek da xuyakirin ku, rayedaran soz dane ku heta dawiya meha Sibatê bajarên kon û heta dawiya meha Adarê jî bajarên konteyniran bên vekirin û wiha dewam kir: “Li Skenderûnê heta niha 2 cihên konteyniran hatine vekirin. Ya ku tê gotin ev e; Di destpêkê de wê heta dawiya meha Sibatê bajarên konan biqede. Dê konteyner heta dawiya meha Adarê biqede. Lê jixwe meha Sibatê diqede û xebatên kon hê neqediyane. Bi vê giraniyê rêve biçe heta dawiya Adarê wê xebatên avakirina konteynir jî neqede.”