Li sînorê Kîlîs-Efrînê 'herêma ewlekariyê ya taybet'

Walîtiya Kîlîsê, 4 herêmên li ser sînorê Kantona Efrînê ji bo 7 rojan weke herêma ewlekariyê ya taybet ragihand û tank û çekên giran li ser sînor bi cih dike.

Walîtiya Kîlîsê, 4 herêmên li ser sînorê Kantona Efrînê ji bo 7 rojan weke herêma ewlekariyê ya taybet ragihand û tank û çekên giran li ser sînor bi cih dike.

Di daxuyaniya Walîtiya Kîlîsê de hat gotin, "Herêma di navbera Qereqola Sînor a Oncu û Qereqola Sînor a Înanli, herêma di navbera Qereqola Sînor a Darmik û Qereqola Sînor a Çerçîlî, herêmên di navbera Qereqolên Sînor ên Dag û Çankalli, Qereqolên Sînor ên Dag û Çobanbeyê, ji 30'ê Tîrmehê saet 13:00 heta 5'ê Tebaxê saet 13:00 ji bo 7 rojan ji aliyê walîtiya me ve weke herêma ewlekariyê ya taybet hatiye ragihandin."

Walîtiya Kîlîsê beriya niha jî 2 herêm ji bo 5 rojan weke herêma ewlekariyê ya taybet ragihandibû.

ARTÊŞA TIRK ÇEKÊN GIRAN LI SER SÎNOR BI CIH DIKE

Li aliyê din artêşa Tirk tank û çekên giran li ser sînorê Efrînê bi cih dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li qada pêşberî gundê Karababa yê Reco 3 tankên nû û çekên doçka hatine bicihkirin.