Li Sîlîvriyê gefa kuştinê li girtiyan xwarin, girtiyan jî dest bi greva birçîbûnê kirin
Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyên di Girtîgeha bi hejmar 7 a Sîlîvriyê de xwarin. Du girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyên di Girtîgeha bi hejmar 7 a Sîlîvriyê de xwarin. Du girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Îbrahîm Dînçerê di Girtîgeha L ya bi hejmar 7 a Girtî ya Sîlîvriyê de ji malbata xwe re di 13'ê Nîsanê de behsa zext û zora li wan dibe kir.
Şehnaz Dînçer a dayika Îbrahîm Dînçer e, ku 15 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn û 4 sal in girtî ye, got ku kurê wê ji wan re gotiye gardiyan gefên kuştinê li wan dixwin.
Dînçer a Dayika Îbrahîm Dînçer wiha got: "Di girtîgehê de zilmê dikin. Kurê min got ku têr nan nadin wan, wan dernaxin ku werzişê bikin, gotinan li wan dixin, zext û zordariyê li wan dikin."
Dînçer ragihand ku kurê wê jê re gotiye ku eynî wek Ferhan Yılmaz ê bi êşkenceyê hatiye kuştin girtiyekî din jî canê xwe ji dest daye.
Dînçer wiha pê de çû: "Girtiyên din jî behsa heman binpêkirinan dikin. Du girtiyên bi navê Mûrat Akin û Metîn Orman ên di Girtîgeha bi hejmar 7 a Sîlîvriyê de li dijî binpêkariyan ji 16'ê Nîsanê û pê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi 10 rojan kirine."
Ferhan Yılmaz ê di Girtîgeha L a bi hejmar 5 a Girtî ya Sîlîvriyê de girtî, bi îdiaya krîza dil kiriye rakiribûn nexweşxaneyê û roja Yekşemê canê xwe ji dest dabû. Wezîriya Dadê jî îdia kir ku sedema mirina Yilmaz ji 'rawestina dil' e. Malbata Ferhan Yilmaz û rêxistinên mafê mirovan nerazîbûn dan, gotin ku di canê Ferhan de şaneyên êşkenceyê hene, ew bi êşkenceyê hatiye kuştin.
Di Girtîgeha bi hejmar 5 a Sîlîvriyê de, 10'ê Nîsanê bi 60 gardiyanan digirin bi ser qawîşê de. Hingê Ferhan Yilmaz ê bi esil ji Êlihê û gelek kesên din bi giranî birîndar dibin. Ji van girtiyan hin jê sewqî nexweşxaneyan hatine kirin, hin jî sewqê girtîgehên din hatine kirin. Salên dawîn di girtîgehên Tirkiyeyê de zext, zordarî, êşkence û mirin zêde bûne."