Xwendekarê pûla sêyemîn ê Beşa Endezyarî ya Zanîngeha Selçuk a Konyayê Muhammet Burak Aykurt, ji ber ku li ser dîwar ‘Bijî Biratiya Gelan’ û ‘Na ji YOK’ê re’ nivîsand, beşdarî panela li dijî HES’ê bû û di 1’ê Gulanê de beşdarî konsera komaz mûzîkê Grup Yorûm bû, hat girtin û ew şandin girtîgehê. Dozgeriyê îdîaya “Aykûrt endamê rêxistinê terorê ye û propagandaya wê kiriye” kir.
Parêzera Aykûrt Evrîm Denîz Karatana bal kişand ku li ser dîwar nivîsandina “Na ji YOK’ê re” û “Bijî Biratiya Gelan” ne suc e û diyar kir ku tu delîlên ku piştrast dikin miwekîlê wî nivîsa di 19’ê berfanbarê de nivîsandiye tune ye.