Li Saratovê berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li Saratovê berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Kurdistaniyên li navçeya Yarşovaya ser bi Saratovê ve  jiyan dikin ji bo pêşengên PKK’ê ku 14’ê Tîrmeha sala 1982’an de li girtîgeha Amedê jiyana xwe ji destabûn, di cîvîna bîranînê de hatin cem hev. 

Kurdistaniyên ku li Rûsyayê jiyan dikin ji bo pêşengên PKK’ê ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de di girtîgeha Amedê de li hemberî hovîtiya dewleta Tirk li Girtîgeha Amedê şermezar û protesto bikin berxwedana rojiya mirinê dabûn destpêkirin û jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera şahadeta wan de li navçeya Yarşovayê ya girêdayî Saratovê bi civînekê hatin biranîn.

Civîn ji hêla komaleya çand û huner ya Firatê ve hat rêxistin kirin. Di civîna ku gelek Kurdistanî amade de berpirsê komalaye çanda Firatê Barî Osmanov li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir.  Osmanov di axaftina xwe da got: “Gelê Kurd ger îro li çand, ziman, dîrok û kesayeta xwe xwedî derdikeve û ji bo mafê xwe têdikoşe, ev bi saya şehîdê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê pêwîste li her cihê Kurd lê jiyan dikin li bîranîna şehîdê xwe xwedî derkevin.”