Li Santrala Akkuyuyê li dijî Kurdan nîjatperestî
Qertên têketinê yên bi sedan Kurdên ku li Santrala Hêza Nukleer a Akkuyu (NGS) ya Mêrsînê dixebitîn hatine betalkirin.
Qertên têketinê yên bi sedan Kurdên ku li Santrala Hêza Nukleer a Akkuyu (NGS) ya Mêrsînê dixebitîn hatine betalkirin.
Li dijî karkerên Kurd ên ku li NGS'ê dixebitin biryareke bi nîjatperestî hate standin.
2'yê Sibatê roja Çarşemê qerta têketinê yên 26 karkerên Kurd bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' hatine betalkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê karkerekî ku ji ber sedema ewlehiyê navê xwe nedayî bi encama 'lêpirsîna ewlehiyê' ya Wezareta Navxwe ya Tirk, qertên karkerên Kurd ên li santralê dixebitin li pey hev hatine betalkirin.
Hate gotin piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayîb 17'ê Îlona 2021'an serdana Mêrsînê kiriye, piştî merasîma vekirina giştî li dijî karkerên Kurd ev biryara nîjatperestî dest pê kiriye.
Karkarê ku navê xwe nedayî got, ''Heta niha qerta 250 karkerên Kurd hatine betalkirin.''