Li Şamê pevçûnên dijwar
Li Şamê pevçûnên dijwar
Li Şamê pevçûnên dijwar
Hate ragihandin li taxa Qedem a paytexta Suriyê Şamê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê de pevçûn derketiye.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin şevê din li taxa Qedem a paytexta Sûriyê Şamê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê de pevçûn derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndar çêbûne. Di heman demê de hêzên rêjîmê bajarokê Eqreba yê Şamê topbaran kir. Hate zanîn ku di encama teqînê de hin welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.
Li bajarokê Bêble yê paytext Şamê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên DAIŞ'ê de şer derket, hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndar çêbûne. Her wiha hêzên rêjîmê hin dever li herêma Qelemûn a Şamê topbaran kir. Di encama topbaranê de gelek ziyanên madî derketine û hin welatiyên sivîl birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Malpera saziya Çavdêriya Mafê Mirovan hate gotin ku hêzên rêjîmê bajarokê El-Niêmiyê yê Deraa bombaran topbaran kir. Derbarê encamê de tu agahî ne hatin bidestxistin. her wiha hate destnîşankirin ku hêzên Rêjîmê herêma Hûlê ya Humsê bombebaran kiriye û di encamê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne.