Li Saînt Avoldê civîna bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê
Bi rasthatina salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, li bajarê Saînt Avold ê li rojhilatê Fransayê civînek bîranînê hate lidarxistin.
Bi rasthatina salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, li bajarê Saînt Avold ê li rojhilatê Fransayê civînek bîranînê hate lidarxistin.
Di civînê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saînt Avoldê hate lidarxistin, nêzî 100 Kurdistaniyî amade bûn û li ser navê Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) axaftin hate kirin.
Nûnerê KCD-E bal kişand ser rola Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku gelê Kurd ê hewl dihat dayîn bê tunekirin ji nû ve rabû ser piyan, destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd li ser vî esasî têdikoşe. Nûner diyar kir ku gelê Kurd û şervanên wê jî wê rêya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bişopînin û azadiyê bi dest bixin.
Civîna bîranînê ku li ser navê DKTM Saînt Avoldê jî nirxandinek kurt hate kirin, bi pirs û bersivan dewam kir.