Li Rouenê bi meşekê bal kişandin ser grevên birçîbûnê

Li Rouenê bi meşekê bal kişandin ser grevên birçîbûnê

Kurdên li herêma Normandiya ya Fransayê dijîn bi armanca balê bikişînin ser girevên birçîbûnê meşek pêk anîn.

Nêzî 400 kurdên tevlî meşê bûn, li ber Şaredariya Rouen saet di 15.00’an de berhev bû. Dirûşimên bi frensî yên weke ‘Bijî berxwedana zinadanan’, ‘Berxwedana girtiyan di roja xwe ya 60’î de ye’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Çareseriya polîtîk ji bo pirsgirêka kurd” hatin qêrîn.

Di meşê de pankarta ‘Greva birçîbûnê di roja 60’emîn de ye, em ne mirinê çareseriyê dixwazin’ vekirin û dest bi meşê kirin. Piştî meşê axaftin hatin kirin û di axaftinan de hate diyarkirin ku daxwazên kurdan yên mafdar in.

Di axaftinan de hate desntîşankirin ku ev daxwaz weke şîrê dayikê helal in û her wiha banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ya ji bo piştevaniya girtiyan hat kirin. Meş bi dirûşmeyên ‘Azadî, Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.