Li Rojava berxwedana 14'ê Tîrmehê hate bibîranîn

Li Rojava berxwedana 14'ê Tîrmehê hate bibîranîn

Ji bo bîranîna berxwedêrên14'êTîrmehê û pêşengên PKK’ê Elî Çîçek, Akif Yimaz, Mehmed Hayrî Durmuş û Kemal Pîr ên ku li girtîgeha Amedê li dijî zilmê rojiya mirinê dabûn destpêkirin, li bajarê Rimêlan, gundê Kêşikê û Taxa Zorava ya bajarê Şamê civînên bîranînê hatin lidar xistin.

Di çarçova rêzeçalakiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Geirkê û Rimêlan, berxwedana 14'ê Tîrmehê  hate bibîr anîn. Li navenda Konfedereasiyona Xwendekarên Kurd ê Welatparêz bi beşdariya welatiyên bajrê Rimêlan civînek hate lidar xistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM'ê Hesen Koçer axivî û şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê  bibîr anîn, Koçer diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê bû ye bingeha şoreşa azadiya gelê Kurdistanê.

Bi heman armancê li gundê Kêşikê yê girêdayî Girkêlegê, bi beşdariya şêniyên gund û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl civînek hate lidarxistin. Piştre Endma yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê di civînê de axivî û destnîşan kir ku, destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji berhemên berxwedana 14'ê Tîrmehê  ye.

Li taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê jî  bi dehan welatiyên taxê tevlî civîna bîranîna 14'ê Tîrmehê  bûn. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê TEV.DEM'ê Dr. Merdem ji beşdaran derbarê wateyên dîrokî ya bexwedana 14'ê Tîrmehê  axivî de. Di civînê de her wiha nûnerên Yekîtiya Star, PYD'ê, Meclisa Herêmê ya ENKS'ê û Partiya Çepê a Demokratîk li Sûriyeyê, axivîn û berxwedana 14'ê Tîrmehê  bibîr anîn.