Li Rihayê avahiya 8 qatî hilweşiya
Li navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyeke 8 qatî hilweşiya, hat ragihandin ku kesên di bin kavilan de mane hene.
Li navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyeke 8 qatî hilweşiya, hat ragihandin ku kesên di bin kavilan de mane hene.
Li Taxa Şaîr Şevket a navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyeke 8 qetî hilweşiya. Her çend avahiya navborî di erdhejên 6'ê Sibatê yên li navenda Mereşê de xisareke mezin dîtibe jî, hilweşandina bi kontrol pêk nehat.
Avahiya navborî ya li hemberî Novopark AVM'ê bi serê xwe hilweşiya, ji binê kavilan welatiyekî Sûriyeyî bi birîndarî hat derxistin û rakirin nexweşxaneyê. Li avahiyê xebatên rizgarkirinê dewam dikin.