Li rex girtiyên ku wana neçarî xwekujiyê dikin werîs û jîlet hat danîn!
Derket holê ku li girtîgeha Sîlîvriyê li rex girtiyên ku wana neçarî xwekujiyê dikin werîs û jîlet hatiye danîn.
Derket holê ku li girtîgeha Sîlîvriyê li rex girtiyên ku wana neçarî xwekujiyê dikin werîs û jîlet hatiye danîn.
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê yek ji 6 girtiyên ku piştî zext û êşkenceya 60 gardiyanan xwestin dawî li jiyana xwe bînin Ferhan Yilmaz û girtiyeke din ê navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da. Li aliyekê ve derbarê girtiyê bi navê Çoşkûn Agca, Tolga Okçû, Abdulmenav Çetîn, H. Masal û Alî yên piştî êşkenceyê ew neçarî xwekujiyê kirinî agahî nehat girtin, li aliyê din hat hînbûn ku girtiyê bi navê Halîl Kasal di lênihêrîna giran de ye.
Malbata Agca ku hîn bûn zarokên wan ber bi xwekujiyê ve hatiye neçarkirin, parêzer şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Parêzera malbatê ya ku bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî, ji aliyê rêveberiyê ve hat agahdarkirin ku Agca bi ambûlansê bi zorê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Îzmîrê hatiye kirin. Dayika Agca Fatma Agca diyar kir ku gardiyanek ji Girtîgeha Îzmîrê li keça wê geriyaye û heman agahî daye. Dayika Halîl Kasal, Beyaz Kasal jî anî ziman ku zaroka wê sewqî Îzmîrê hatiye kirin û niha li nexweşxaneyê ye. Dayika Kasal destnîşan kir ku ew nikare agahiyê bistîne ku zaroka wê li kîjan nexweşxaneyê ye. Dayika Kasal her wiha ragihand ku ji ber ku pereyê wê ya ji bo kirêya rê tune ye nekariye biçe dîtina zaroka xwe.
NEÇARÊ MIRINÊ HATIN KIRIN
Hate zanîn ku Ercan Morkoç ê li heman girtîgehê ye jî ber bi xwekujiyê ve hatiye neçarkirin. Ercan Morkoç, Orhan Hacîoglû, Abdulmenav Çetîn û H. Masal îro telefonî malbata xwe kirin û anîn ziman ku Tolga Okçû rakirin nexweşxaneyê û piştre li qawîşa karantînayê de dimîne. Hat ragihandin ku li qawîşa ku girtiyên bi navê Morkoç, Hacîoglû, Çetîn, Masal, Okçu û Alî lê diman de werîs û jîlet hatine danîn û gardiyanan jî gotiye, "Hûn nemirîn, niha careke din xwe birîndar bikin”.
Morkoç her wiha ragihand ku girtiyên navborî ketine rojiya mirinê.