Li Rêberê Gelê Kurd 6 mehên din hevdîtin hate qedexekirin
Piştî qedexeya kêfî ya hevdîtinê ya beriya niha ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû danîn, 6 mehên din jî hevdîtin lê hate qedexekirin.
Piştî qedexeya kêfî ya hevdîtinê ya beriya niha ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû danîn, 6 mehên din jî hevdîtin lê hate qedexekirin.
Eşkere bû ku qedexeya hevdîtinê ya 13'ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû danîn, di 18'ê Cotmehê de bi rengekî otomatîk ji bo 6 mehan hatiye dirêjkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî 18'ê Cotmehê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.
Parêzeran her wiha xwestin ku ji wan re bê gotin, bê çima hevdîtin tê astengkirin. Dadgeriyê jî ji parêzeran re diyar kiribû ku "qedexeyeke hevdîtinê" nehatiye danîn.
Li ser vê yekê parêzeran 26'ê Cotmehê careke din serlêdan kirin û pirsîn, "Eger hevdîtina parêzeran ne qedexe be, çima em nikarin muwekîlê xwe bibînin?"
Dadgeriyê jî vê carê ragihand ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Cotmehê de cezayekî nû yê 6 mehan ê "qedexeya hevdîtina parêzeran" heye.
Parêzeran diyar kirin ku ceza ji wan re nehatiye ragihandin û wê îtiraz bikin.
Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanê dikin. Lê belê serlêdana ji bo hevdîtinê bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Carna jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn.