Li Qilebanê dîwarê bendavê qelişî ye, gel bi fikar e

Li Qilebanê dîwarê Bendava Kavşaktepe qelişî ye, gel bi fikar e û dixwaze pêşî li ber karesatekê îxtîmal were girtin.

Di sala 2009'an de li navçeya Qilêbanê ya Şirnexê li ser çemê Hêzil 2 û li ser çemê Robozik jî 5 bendav hatibûn çêkirin. Bi çêkirina bendavan re gelek cureyên riwekan û ajalan ji holê rabûn. Çêkirina bendavan ku wêrankirina ekolojîyê bi xwe re anîn, niha jî li ser jiyana mirovan xeteriyê dike. 

Her wiha 2 sal beriya niha jî hatibû îddiakirin ku ji ber diwarên bendavan bi betonên erzan hatine çêkirin, ji dîwarên bendavên li gundê Kiror, Bilîh, Robozik û Şiwêt hatine çêkirin av tê. Şeniyên gundên derdora bendavan bi fikar in û niha jiyana 4 hezar kesên li herêmê dijîn di xetereyê de ye.

Ji van bendavan Bendava Kavşaktepe li kêleka gundê Nêrweh yê navçeya Qilebanê hatiye çêkirin. Di dîmenên ku hatine kişandin de dixuye ku dîwarê bendavê teqiyaye û av jê tê. Ava ku ji diwarên bendavê derdikeve ku dibe sedema fikaran, bi xwe re metirsiyê tîne. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyin Kaçmaz beriya niha ji bo ku Wezarata Daristan û Çandiniyê bibersivîne peşniyazpirsek pêşkeş kiribû. Kaçmaz gotibû ku "Giliyên cidî hene ku dîwarê bendavê qelişî ye, ji bendavê av diherike, dibe ku gund di bin avê de bimîne, ewlehiya welatiyên li gund dijîn nîne" û ji bo ku bi bersivîne, pirs ji wezaretê hatibû kirin.

Wezareta Çandînî û Daristanê tevî dîmenan jî di bersiva ku daye pêşniyazpirsa Kaçmaz de îddîa kiribû ku tu xetere tune.