Li Qilabanê 2 leşker hatin kuştin

Li Qilabanê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a di 22’ê gulanê de li navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Sêrtê jî wesayîta erzaq ji leşkeran re dibir hat şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 22'ê Gulanê de di saet 09.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girê Meymûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”

WESAYÎTA ERZAQ HAT ŞEWITANDIN

HPG’ê got; Di 23'ê Gulanê de di saet 14.00'an de li Sêrtê di navbera navçeya Berwariyê û bajaroka Osyana de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kamyoneke ji qereqola Osyan re erqak dikişîne hatiye rawestandin û tevî erzaqê tê de hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê dijmin bi 2 wesayitên cerdewan tê de xwestiye mudaxeleyî cihê bûyerê bike. Ji ber yên di wesayitên de cerdewanin gerîlayê me çalakî lidarnexistiye. Di demên dawî de artêşa dagirker a tirk bi zanebûn ji bo gerîlayên me û cerdewanan bera hev de cerdewanan di operasyonan de didin pêş.”

LI DIJÎ ZAPÊ TOPBARAN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 20'ê Gulanê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li naveçaya Colemerga Çelê li dijî herêmên Cîlo û Ertûş ên bi ser Zapê ne û li bajaroka Şeladizê ya Amediyê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.