Li Qeyseriyê yek jê polîs 4 mirî, 8 jê polîs 17 birîdnar

Li Qeyseriyê yek jê polîs 4 mirî, 8 jê polîs 17 birîdnar

Di encama çalakiya li îro serê sibê li navçeya Pinarbaşi ya bajarê Tirkiye Qeyseriyê pêk hat de polîsek mir û 3 çalakger jiyana xwe ji dest dan, 8 jê polîs 18 kes birîndar bûn. Hate zanîn ku polîs bi navê Îsmaîl Elbîstan piştî rakirin nexweşxanyê dîtin ku sax e û ew birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Teqîn demjimêr di 09.30 de pêk hat. Di encama êrîşa bombeyî ya li ber Midûriyeta Emniyeta Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêk hat de yek jê polîs bi giştî 4 kes mirin. Hate zanîn ku polîsê bin navê Ahmet Gebel mir û, nasnameya çalakgeran nehatiye aşkerekirin. Hate zanîn ku polîs bi navê Îsmaîl Elbîstan piştî rakirin nexweşxanyê dîtin ku sax e û ew birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Di encama teqînê de 17 kes birîndar bûn. Ji vana jî 8 polîs, kesên din jî sivîl in. Hate zanîn ku rewşa 6 birîndaran giran e. Ji ber bandora teqînê camên xaniyên 100 metre dûr bûn şkestin.

Li gorî şahidên bûyerê û daxuyaniyên fermî, bûyer li ser rêya bejahî ya Mereş û Qeyseriyê dest pê kiriye. Wesayîta çalakgeran li ser rê li cihê kontrolê ranewestiya û li wesayîta cendirmeyan xist, di encamê de çawişê pispor Altan Çamkaya birîndar bû.

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn jî got; “Hat piştrastkirin ku du bombeyên zindî çalakî pêk anîne”. Li gorî hin îdîayan sê kes di wesayîtê de bûn. Lê belê ev agahî heta niha nehatiye piştrastkirin.

Wezîrê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn der barê bûyerê de got; “Bûyer li navçeya Goksun a Mereşê dest pê kiriye” û diyar kir ku polîsan ji vir pey ketine pey wesayîtê. Şahîn got; “Di wesayîtê de du jê bombeyên zindî, milîtan hebûn. Ew parçe bûne. Wesayît jî. Plakaya wê ji 06 dest pê dike. Li gorî me hedefa wan ne Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiyê bû.”

Heta niha tu kesê çalakiyê negirtiye ser xwe.