Li Qeyseriyê piştî çalakiya bombeyî herî kêm 2 polîs mirin û gelek kes jî birÎndar bûn. Hate hînbûn ku piştî bûyerê polîsan bi ser malekî de girtine û gelek kesên ku li ber wê malê berhev bûn xwestin ku şêniyên malê lînç bikin.
Îro saet di 09.30’an de li navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê li hemberî Midûriyeta Polîsan bi wesayîteke ku bombe lê hatibû barkirin êrîş pêk hat û di encama vê de herî kêm 2 polîs mirin û nêzî 18 kesî jî birîndar bûne. Hate zanîn rewşa 6 kesan girane. Her wiha hat hînbûn kus ê kesên çalakî pêk anîne jî jiyana xwe ji dest dane.
Piştî teqînê polîsan bi ser malekî de girtin û li ber malê girseyek qelebalix berhev bû û xwestin kesên di malê de lînç bikin. Nehat hînbûn ku çend kes hatine binçavkirin. Her wiha balkêş e ku di dema desthilatiya AKP’ê de bûyerên lînçê zêde bûne.