Li Qeyseriyê êrîşa xwekujî: polîsek mir, 19 birîndar

Li Qeyseriyê êrîşa xwekujî: polîsek mir, 19 birîndar

Li navçeya Pinarbaşiya bajarê Tirkiye Qeyseriyê di encama êrîşeke bombeyî de herî kêm polîsek mir û 19 kes birîndar bûn. Wezîrê Navxweyî got ku hatiye piştrastkirin “bombeya zindî” ye.

Teqîn demjimêr di 09.30 de pêk hat. Di encama êrîşa bombeyî ya li ber Midûriyeta Emniyeta Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêk hat de polîsê bi navê Ahmet Gebel mir. Li gorî Wezareta Navxweyî ya Tirk 19 kes birîndar bûn. Wezaretê got; “Hat piştrastkirin ku teqîn di encama bombeya zindî de pêk hatiye.”

Hate diyarkirin ku piştî ku polîsan gulle li çalakger reşand, çalakger wesayîta bombebarkirî teqand. Wezareta Navxweyî got; “Hedef ne wir bû. Lê ji ber polîsan ew şopand, bombe li wir teqand.”