Li navçeya Pinarbaşiya bajarê Tirkiye Qeyseriyê di encama êrîşeke bombeyî de herî kêm 5 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Wezîra Navxweyî ya Tirk der barê bûyerê de got ku hatiye piştrastkirin “2 bombeyên zindî” ne.
Teqîn demjimêr di 09.30 de pêk hat. Di encama êrîşa bombeyî ya li ber Midûriyeta Emniyeta Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêk hat de tevî herî kêm du polîs yek jê bi navê Ahmet Gebel 5 kes mirin. Nasnameya kesên din nehatiye tesbîtkirin. Çapemeniya Tirk îdîa dike ku her sê kesên din ên çalakî li dar xistin e.
Hat diyarkirin ku ji ber ku li beramberê Midûriyeta Enmiyeta Polîsan a Navçeyê lojmanên polîsan hebûn, 18 kes birîndar bûne. Emniyet û lojmanên polîsan li heman cihî ne. Hate zanîn ku di nava birîndaran de kesên rewşa wan giran jî hene. Hate diyarkirin ku ber teqînê camên xaniyên 100 metre dûr bûn jî şkestin.
Li gorî agahiyên ji cihê bûyerê hatine, wesayîtê xwestiye bikeve hundirê emniyetê, polîsê bi navê Ahmet Gebel gulle lê reşand û pevçûn rû da. Yek ji çalakgeran bombeya destan avêt. Piştre çalakgeran bombe teqandin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn jî got; “Hat piştrastkirin ku du bombeyên zindî çalakî pêk anîne”. Li gorî hin îdîayan sê kes di wesayîtê de bûn. Lê belê ev agahî heta niha nehatiye piştrastkirin.
Wezîrê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn der barê bûyerê de got; “Bûyer li navçeya Goksun a Mereşê dest pê kiriye” û diyar kir ku polîsan ji vir pey ketine pey wesayîtê. Şahîn got; “Di wesayîtê de du jê bombeyên zindî, milîtan hebûn. Ew parçe bûne. Wesayît jî. Plakaya wê ji 06 dest pê dike. Li gorî me hedefa wan ne Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiyê bû.”
Heta niha tu kesê çalakiyê negirtiye ser xwe.