P.A ya ku li Taksîma Stenbolê di dema kotrolan nasnameyan de hate binçavkirin li qereqolê rastî tecawîza cigirê komîser hat.
Di 11’ê adarê de P. A ku welatiya Rusyayê bû dema li Taksîmê bi hevalên xwe re digeriya di dema kontrola nasnameyê de hate binçavkirin û Midûriyeta Polîsan a Taksîmê. P.A li wir rastî tacîza cigirê komîser tê. P. A ya kul i hemberî tacîz li ber xwe da, piştî ku N.K ji odeyê derdikeve direve tuwaletê. N.K li pey P.A diçe û li wir tecawîzê wê dike. P. A ya ku dîsa vedigere odeyê li wir jî du caran rastî tecawîza N. K tê.
P.A piştî bûyerê ditirse gilî bike û bûyerê ji hevalek xwe re dibêje. Hate zanîn ku hevala wê gilî dike. Piştî kontrolkirina qeydên kamerayê N.k hate girtin. N. K ji ber tecawîzê dê ji 18 sal cezayê girtîgehê bê darizandin.