Li peravên Spanyayê trajediya koçberan: 2 kes mirin, 9 winda bûn
Li peravên Spanyayê di encama noqbûna keştiyek a koçberan de, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 jê winda bûn.
Li peravên Spanyayê di encama noqbûna keştiyek a koçberan de, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 jê winda bûn.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikumeta herêma xweser a Mûrcia ya li rojhilatê başûrê welat ve hatî dayîn, piştî noqbûna keştiyê 2 cenaze ji behrê derxistine, 3 kes hatine rizgarkirin û 9 kes winda bûne.
Koçberên ku dixwestin bigihijin Spanyayê, şeva navbera Şemî û Yekşemê li peravên Mazzaron a Akdenizê noq bûn. Hate diyarkirin lêgerînên di nava avê de didome.
Ji meha Çileyê heta niha bi rêya behrê derdora 4 hezar û 377 koçber gehiştin Spanyayê. Ji dawiya sala 2019’an heta niha penaber li ser hev diçin Spanyayê.