Li pênc bajaran terora dewletê: Gelek kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk serê sibehê li pênc bajaran avêtin ser malan. Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk serê sibehê li pênc bajaran avêtin ser malan. Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Fermana serdegirtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate dayin. Li Stenbol, Enqere, Hatay, Îzmîr û Erzîromê avêtin ser gelek malan û herî kêm şeş kes destgîr kirin.
Rojnamevan Emre Orman û Ahmet Bay, Rojda Yalinkiliç, Bayram Dalyan, Arda Tûran û Çagdaş Aydogdû hatin destgîrkirin.
Şeş kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û tê gotin, hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.