Li Parlamentoya Korsîkayê bi yekdengiyê pêşnûmeya Kurd

Li Parlamentoya Korsîkayê bi yekdengiyê pêşnûmeya Kurd

Li Korsîkayê çar komên siyasî bi armanca piştevaniya bi kurdan re pêşnûmeyeke pêşkêşî parlamentoyê kiribûn û pêşnûme bi yek dengî hate qebûlkirin. Parlamento bang li Tirkiyeyê kir ku operasyonên siyasî û leşkerî yên li dijî kurdan bila demildest bi dawî be û daxwazên wan bên qebûlkirin.

Di navbera dîroka 8-9’ê mijdarê de li parlamentoyê di runiştinan de pêşnûmeya piştevaniya bi kurdan re hate rojevê û bi yek dengî hat qebûlkirin. Pêşnûme ji aliyê Koma Welatiyên û Hilbêjinên Komunîst a Eniya Çepgir (Elus communistes et citoyens du Front de Gauche), Netewperestên Korsakayê Ava bikin (Femu A Corsica), Koma Demokratên Civakî ya Korsîkayê (Corse Social-Démocrate ) û ji bo Korsîkayê Yekitî (Rassembler pour la Corse) ji bo parlamentoyê hat pêşkêşkirin.

Di navbera 23-26’ê cotmehê de heyeta Kurd a ji Şaredarê Sûrê Abdulllah Demîrbaş, Nûnerên Ewropayê yê BDP’ê Eyyup Doru û nûnera KNK’ê yên Fransayê Fîdan Dogan pêk dihat çû serdana Korsîkayê û di vê serdê de daxwaz kiribûn ku ji vê mijarê de pêşnûmeyeke bê qebûlkirin. Heyet ji aliyê Serokê Parlamentoyê yê payebilind Donmînîque Boucchînî ve hat pêşwazîkirin û di dema serdanê de bi komên siyasî yên parlamentoyê û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîbûn.

Di pêşnûmeya ku parlamentoya Korsîkayê erê kir de, tê destnîşankirin ku kurd mîrateya dîrokeke taybet in û îro gelekî ku hemû mafên wan hatiye înkarkirin ya ku dewleta wan tune ye. Pêşnûmeya ku kopiyeke wê gihişt ANF’ê kurd wiha tên nirxandin: “Gelekî ku divê nasnameya wê bê qebulkirinê ye.”

Her wiha di pêşnûmeyê de hate diyarkirin ku ‘Kurd mîrateya dîrokeke taybet e’ û hate diyarkirin ku ji şerê Yekemîn yê Cîhanê û vir de Kurd di nav gelek welatan de hatine parçekirin.

Parlamentoya Korsîkayê da zanîn ku Kurd li Rojhilatê Nêzîk ji bo avabûna welatên modern tenê hatiye hiştin û wiha hat gotin: “Gelê kurd xwe bi awayekî parçekirî li welatên Tirkiye, Suriye, Îran û Iraqê dît.”

Parlamentoyê got Kurdistan realîteyeke erdnîgarî ya ku bi sedsalane hatiye teşekirin û wiha hat gotin: “Kurd, nûnerên ziman û çandeke spesîfîk ya ku nasnameyekê avakiriye. Kurd , gelê ku bê dewlet û hemû mafên wan hatiye înkarkirin temsîl dike. Tirkiyeya ku dixwaze çandên cuda bên nasîn ev du salên dawî de kurd bi zext û zoriyên nû re rû bi rû mane.”

Parlamentoya Korsîkayê da zanîn k udi serî de zarok û hilbijêr bi sedan kurd ji ber fikir û ramana xwe hatine girtin û her wiha da zanîn ku gelê kurd ji bo mafên wan yên çandî bên nasîn li zindanan di greva birçîbûnê de ne.”

Parlamentoya Korsîkayê ev daxwaz kirin:

-Divê operasyona siyasî û leşkerî ya li dijî kurdan bi dawî be,

-Ji bo hemû girtiyên di dozar kurd de hatine girtin, hukmên Peymana Cenevre û Mafê Mirovan bê pêkanîn

-Divê mafê perwerdehiya kurdî bixin bin ewlehiya qanûnî,

-Divê kurd li avahiyên îdarî mafê xwe yê bikaranîna bi zimanê xwe bi kar bînin