Li Parîsê meşa bi meşaleyî

Li Parîsê meşa bi meşaleyî

Li Paytexta Fransayê Parîsê bi nêzîkbûna salvegera qetliama 9’ê Çileyê re çalakî zêde bûn. Ciwanên Kurd şevê din hatin gel hev û meşeke meşaleyî lidarxistin.

Ciwanên Kurd li taxa Parîsê Villiers Le Belê hatin gel hev, qetliama 9’ê Çile bi meşekê maşaleyî protesto kirin.

Ciwanên Kurd yên li Villiers Le Bel hatîn geh hev, pişt pankarta ku wêneyên Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser vekirîn, dest bi meşê kirin. Ciwanan Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hilgirtin û bê navber sloganên “Em hemû Sakine, Rojbîn û Leylayin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Ocalan” û “Şehîd Namirin” avêtin.

Ciwanên ku dîsan vegeriyan îstasiyona trenê, li vêderê deqîqeyekê rêzgirtin, pişt re jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de soza bi girêdana şehîdên qetliama Parîsê û Geverê dan.Hat destnîşan kirin ku rexmê ku salake li ser qetlianê  re derbas bûye jî hê jî nehatiye ronî kirin, ev yek bê sebiriya me têxe zorê.

 Çalakiyê bi bangkirina beşdarbûna meşa bi maşaleyî ya di 14’ê Kanûnê de li Drancy pêktê bi dawî bû.