Li Parîsê ji hunermendên Tev-Çandê çalakî

Li Parîsê ji hunermendên Tev-Çandê çalakî

Hunermendên endamên Tevgera Hûner û Çanda Demokratîk ya Mezopotamyayê (Tev-Çand) li paytextê Fransa Parîsê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê çalakiyek pêkanîn.

Çalakiya ku di demjimêrên şev de li qada Saint Michel ya Parîsê pêkhat, hunermendan pankartên bi Fransî nivîsî “Ma qey hûn 63 rojan birçî mane?” vekirin. Hunermendên ku di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakvanên di greva birçîbûnê de slogan avêtin û belavokên bale dikişîn ser çalakiya birçîbûnê belavkirin.

Daxuyaniya ku hunermendan di çalakiyê de da ji hikumeta Fransa xwest ku, ji bo daxwazên ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengên pêşiya zimanê Kurdî bêne pêşwazî kirin, zextê li Tirkiyeyê bikin. Weke din hunermendan bang li YE, Konseya Ewropa û CPT’yê kir ku, bilez bikevin tevgerê.

Piştî daxuyaniyê, hunermendan çalakiya xwe bisloganên piştgiriya bi çalakvanên grevê re dawî anîn.