Li paytextê Fransa Parîsê komek ya ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk çalakiya rûniştinê li darxistin.
Çalakiya ku li ber Dêra binav û deng ya bajar Notre Dame yê pêkhat, nêzî 40 ciwanên Kurd tevlîbûn. Ciwanên ku alên KCK’ê û PKK’ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakriin, bê navber ji bo Ocalan û PKK’ê slogan avêtin.
Ciwana belavokên têkildarî çalakiyên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk ji Fransî û turîstan re belavkirin.
Piştî ku polîsên Fransî hatin cihê bûyerê, demek kurt rageşiyê rû da, piştre dema ku polîs ji cihê çalakiyê çûn, ciwana bi slogana çalakiya xwe bidawî anî.