Li Palermoyê ji bo Ocalan xelata hemwelatiyê
Şaredariya Palermo ya Îtalyayê xelata “ Hemwelatiyê ya Birûmet” da Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.
Şaredariya Palermo ya Îtalyayê xelata “ Hemwelatiyê ya Birûmet” da Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.
Şaredariya Palermo ya Îtalyayê xelata “ Hemwelatiyê ya Birûmet” da Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan. Serokê Şeredariya Palermoyê Leoluca Orlando di merasîmê de axivî û wiha got: “ Ocalan ji bo me nûnerê aştiyê ye. Ev xelat di kesayeta wî de ji bo hemû gelê Kurd e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ev 17 sal in di girava Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin û têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bi israr bi rê ve dibe, bi piraniya dengan a Senatoya Şaredariya Palermo ya Îtalyayê xelata “ Hemwelatiyê ya Birûmet” hat xelatkirin. Merasîma xelatê îro li avahiya Plazzo del Acquile ya Konseya Şaredariya Palermo ya dîrokî de pêk hat. Serokê Şaredariya Palermo, Endamên Meclîsan, ji Parêzerên Ocalan Ebrû Gunay, Mahmut Şakar û gelek kes beşdar bûn. Îro ji beriya merasîma xelatê li bajar 3 rojan bi dirûşmên “ Bi Ocalan re 3 roj” rêzeaktîvîte hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de panel, semîner û meş pêk hatin, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Ebrû Gunay û Mahmût Şakar, têkildarî mercên rewşa Ocalan di nav de û bûyerên li Rojava û Bakurê Kurdistanê tên jiyîn, çapemeniya Îtalya agahdar kirin.
‘ JI BO ME OCALAN NÛNERÊ AŞTIYÊ YE’
Di çarçoveya aktivîteyan de îro jî merasîma xelatan pêk hat, xelata ku Serokê Şaredariya Palermo Leoluca Orlando da, li ser navê parêzeran Ebrû Gunay girt. Serok Leoluca Orlando diyar kir ku Xelata hemwelatibûyîna birumet di kesayetiya Ocalan de ji bo hemû gelê Kurd e. Wiha got: “ Dewlet û sîstem dikarin Ocalan û PKK’ê wek terorîst bibînin, lê em gel, wî wek nûnerê aştiyê dibînîn. Ev xelat jî nîşaneya wê ye. Em vê xelatê wek nûnerê hemû gelê Kurd pêşkêşî Ocalan dikin. Ji ber ku Palermo bajarê Akdenizê ye, yê aştiyê ye. Em vê xelatê wek daxwaza ji bo azadiya Ocalan didin. Ev azadî wê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyê bîne.” Serok Leoluca Orlando wiha axivî: “ Xelata rastî wê li Şaredariya me bimîne, belgeya xelatê me daye parêzeran, ya rast li gel me ye. Eger Ocalan rojekê gihişt azadiya xwe, em dixwazin xelatê bidin destê wî bi xwe.”
‘OCALAN BI ISRAR TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DIDE’
Parêzera Ocalan Ebrû Guney ji bo girtina xelatek bi vî awayî spasiya hemû kesan kir û wiha axivî: “Em Palermoyê wek bajarê aştiyê yê Akdenîzê dizanin. Xelatek bi vî awayî dayina kesayeteke ku hemû jiyana xwe diyarî aştiyê kiriye, pir bi wateye. Ji bo piştgiriyê em wek destpêkekê dipejirînin. Tevî ku Ocalan di nava tecrîdê de ye jî bi israr têkoşîna aştiyê dimeşîne.”
Parêzeran, pirtuka Abdulah Ocalan nivîsandî û wergerandî zimanê Îtalyanî pêşkêşî Serokê Şaredariya Palermo Leoluca Orlando kir.