Li Osmaniye, Entalya, Hatayê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

Li Osmaniye, Entalya, Hatayê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir.

Di axaftinên pîrozbahiyan de li ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hat sekinandin û hat xwestin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Di axaftinan de ev peyam jî hatin dayîn: “Qesr û AKP û MHP ya ku dixwaze HDP’ê bigire bila baş li van qadan binêre. Em ê bi ser bikevin, em ê wan bi ruhê Newrozê bişînin. Îro gelê kurd li her qadê li ber xwe dide, wê berxwedana xwe bidomîne jî.”
 
Pîrozbahî bi stranên û govendgerandinê bi dawî bûn.