Li Norwecê ji bo Şengal û Kobanê kampanyaya alîkariyê

Li Norwecê ji bo Şengal û Kobanê kampanyaya alîkariyê

Li Norwecê kampanyaya alîkariyê ya ji bo Kobanê û Şengalê didome.

Ciwanên Kurd ên li Norwecê li bajarê Halden di stada ku maça hokeya bûzê tê lîstin standa Heyva Sor vekirin û alîkarî kom kirin.

Li bajarê Halden ku esnafekî Kurd sponsor e di maçê de ciwanên Kurd di nav çend saetan de nêzî 500 Euro kom kirin. Di standa hat vekirin her wiha saetên Heyva sor, kolyeyên li ser Rojava nivîsandî, tîşort û bazin bi armanca alîkariya ji Kobanê re hatin firotin.

Ciwanên di maçê de broşurên ku têde behsa pêşveçûnên li Kobanê û Kurdistanê dikin belavkirin.

Di dema belavkirina broşuran de di navbera ciwanên Kurd û Norweciyan de diyalog çêbûn. Hin Norweciyên ku ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku têkoşîna Kurdan a bi cesaret dişopînin û pştgiriyê didin Kurdan.