Li Newroza Eskîşehîrê 'têkoşîna yekbûyî' hate destnîşankirin
Li Eskîşehîrê bi pêşengiya Hêzên Demokrasiyê Newroz hate pîrozkirin û giringiya têkoşîna hevpar hate destnîşankirin.
Li Eskîşehîrê bi pêşengiya Hêzên Demokrasiyê Newroz hate pîrozkirin û giringiya têkoşîna hevpar hate destnîşankirin.
Newroz li Şitilgeha Daristanê hate pîrozkirin. Li gel sermayê û baranê jî bi coşiyeke mezin Newroz hate pîrozkirin.
Wekîla HDP'ê Oya Ersoy hazir bû, Koma Tersname, Koma Eren û Koma Barişa Ezgîler standin.
Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş û têkoşîna hevpar a li dora Tifaqa Demokrasiyê hate destnîşankirin.
Hevseroka Bajêr a HDP'ê Şukriya Ercan li dijî tecridê helwest nîşan da û got, ''Tecrîda li Imraliyê ji girtîgehan bihuriye û li her qadê hatiye danîn. Welat bûye girtîgeha Tîpa F'yê. Tecrîda li Imraliyê li dijî aştiyê ye.