Li navçeyên Amedê li gel zextan jî pîrozbahiya biçoş
Li navçeyên Amedê li gel zext û zordariyên polîsan jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Li Farqîn û Erxenî 19 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeyên Amedê li gel zext û zordariyên polîsan jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Li Farqîn û Erxenî 19 kes hatin destgîrkirin.
Newroz li Farqîn, Erxenî, Çinarê hate pîrozkirin.
Li Farqînê li Meydana Azîzoglu Newroz hate pîrozkirin.
Şaredara Farqînê Naşîde Toprak diyar kir bi qeyûman xwestine ku vîn, ziman û çanda Kurdî tine bikin û got, ''Bila li dîroka Kurdan binerin. Em ê ti caran serî netewînin. Em ê li her deverê li ber xwe bidin.''
Piştre stranbêj Rêncber Agirî stand. Li qadê bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî Serok Apo''.
Polîsan xwestin ku hin stranên Agirî asteng bile lê stranbêj Agirî got, ''Hûn nikarin stranên me qedexe bikin, em ê tim stranên xwe bistrînin.''
Li Farqînê polîsan Tirk 10 kesên ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûbûn destgîrkirin.
Li Erxenî dema pîrozbahiya Newrozê polîsan provakasyon kir û bi hineta ku dirûşm berz kirine 8 kes desgîr kirin, her wiha nhiştin ku zarok werin qada Newrozê.
Wekîla HDP'ê Dersim Dag diyar kir polîsan çavnebarî li coşiya ciwanan kiriye û êrîş birine ser polîsan lê sibe di Newroza Amedê de wê bersiva vê were dayin.
Li Çinarê jî Newroz li Parka Nûjiyan hate pîrozkirin. Jin û ciwan bi kincên Kurdî tevlî Newrozê bûn û goend gerandin.
Hevseroka Bajêr a Amedê Gulîstan Atasoy got, ''Newroz aştî ye, azadî ye, Botan, Serhed, Silêmanî, Qamişlo û yekbûna Kurd e.''
Îmam Taşçier ê HDP'yî jî bal kişande tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Li ser rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî tecrîd heye. Gele me vê tecrîdê û zextê qebûl nake.''