Li Munîhê 18 kes ji bo girtiyan di greva birçîbûnê de ne

Li Munîhê 18 kes ji bo girtiyan di greva birçîbûnê de ne

Li bajarê Almanya Munîhê bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, Kurdan ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî di saetên danê sibê de bi beşdariya 18 kesan dest pê kir.

Greva birçîbûnê ya ku li qada Resndenzstr ya li nêzî Wezareta Navxweyî ya Eyaleta Bayernê dest pê kir, dê danê êvarê bidome. Çalakî li rastî eleqeyek mezin hat û ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin.

Di çalakiyê de komek ji endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) rê girtin û ji bo greva birçîbûnê ya ku ji 12’yê îlonê ve berdewam dikin şanoyek kurt nîşan dan.