Li Mûglayê êrişa faşîst: Xwendekarên Kurd hatin destgîrkirin
Li Mûglayê faşîstên AKP û MHP’yî bi kêr û daran êrişî xwendekarên Kurd kirin. Polîsan ji dêvila faşîstan xwendekarên Kurd destgîr kir.
Li Mûglayê faşîstên AKP û MHP’yî bi kêr û daran êrişî xwendekarên Kurd kirin. Polîsan ji dêvila faşîstan xwendekarên Kurd destgîr kir.
Şevê din saet derdora 24.00’an de komeke nîjadperestên Tirk li Wargeha Xwendekarên Mêr a Tûrgûtreîs a girêdayî KYK’ê ku li Taxa Koteklî ya navçeya Menteşe ya Mûglayê ye, êrişî xwendekarên Kurd kirin. Xwendekarên Kurd dan zanîn ku piştî pîrozbahiya Newroza li Bodrumê ku di 20’ê Adarê de hate kirin, koma nîjadperest gef li xwendekarên beşdarî pîrozbahiyê bûne xwarin. Ji ber vê bûyerê jî ciwanê bi navê Bariş Aşît Akan di sersibeha 21’ê Adarê de bi hinceta “li wargehê şer derxistiye” hate destgîrkirin û piştre jî hate berdan.
Xwendekarên Kurd diyar kirin ku her tim rastî gefên nijadperestan dihatin û dema şevê din dixwestin bikevin wargehê, komeke nîjadperest ku ji 100 kesan pêk dihat êrişî wan kir. Di navbera xwendekarên Kurd ên dixwestin xwe biparêzin û koma nîjadperest de şer derket. Ji nîjadperestên êrişkar 4 kes birîndar bûn. Nîjadperestên birîndar ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Di vê êrişê de êrişkaran kesek nehat destgîrkirin. Li şûna êrişkarên nîjadperest, xwendekarên Kurd Bariş Aşît Akan, Civan Hasan Adlig, Nûrûllah Yildiz, Zana Karaaslan û Saît Çelîk ên rastî êrişê hatibûn, hatin destgîrkirin. Xwendekarên Kurd niha li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Ulayê tên ragirtin.
Hat zanîn ku piştî destgîrkirinê, koma nîjadperest ketin odeyên xwendekarên Kurd û alavên wan ji wargehê avêtin derve.
Lêpirsîna derheqê bûyerê didome.