Li Misrê teqîn: 25 polîs birîndar bûn

Li Misrê teqîn: 25 polîs birîndar bûn

Li Misirê li nêzî bajarê Îsmailiyê li dijî avahiya polîsan êrişekî bi wesayitên bombe kirî pêk hat herî kêm 25 polîs birîndar bûn.

Bajarê Îslailiyê yê ku li nêzî qenala Sûveyişê êrişekî bi wesayitekî bombe kirî pêk hat. Di dema teqînê de dengê çekan jî hate bihîstin. Gelek ambulans çûne cihê bûyerê û hat ragehandin ku herî kêm 25 polîs birîndar bûne.

Ji piştî 3’ê Tîrmehê ku ji aliyê Birayên Mûsilman ve desthilatdariya Serokê Komarê Muhammed Mursî ji aliyê leşkeran ve hate rûxandin şûnde hema heroj ku li bajarê Îsmailiyê yê nêzî Bakurê Sina êriş pêk tên, di demên dawî de gelek êriş lê pêk hatin.

Êrişên bi çek û bombeyî bi teybet li Qahire û Sinai’yê pêk tên. Rayedaran diyar ku êrişkarên bûyerê ji aliyê Birayên Mûsilman  ve alikarî girtîne û ji sucê bi rêxistinkirinê berpirs girtin.