Li Mîlanoyê hewldana komîteya 'Azadî ji Ocalan re' dest pê kir
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, hewldana komîteya 'Azadî ji Ocalan re' dest pê kir.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, hewldana komîteya 'Azadî ji Ocalan re' dest pê kir.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, bi banga Komîteya Kurd a Mîlanoyê, şoreşger, nûnerên saziyên anarşît û komunîst ên Îtalyayê li komeleya Kantîera li hev civiyan û di çarçoveya kampanya "Azadî ji Ocalan re" dest bi hewldana komîteya "Azadî ji Ocalan re" kirin.
Di civînê de hat ragihandin, li dijî her şêwe astengiyên il pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê ew bi hevparî tevbigerin û kar û barên di vî warî de werin kirin, lazim e ew weke wezîfeyeke dîrokî û wijdanî bi cih bînin.
Hat destnîşankirin, ku ji bo paradîgmaya Ocalan bigihêje gelê Îtalyayê wê hin civîn û semîner bên organîzekirin.
Civîn bi amadekirina plansaziyê qediya.