Li Mersînê 4 xwendekar hatin girtin

Ji 38 xwendekarên Zanîngeha Mersînê, bi hinceta ku xwendekar “endamên rêxistinê ne” 4 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.

Ji 38 xwendekarên Zanîngeha Mersînê, bi hinceta ku xwendekar “endamên rêxistinê ne” 4 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.

Li Mersînê di 12'ê Kanûnê de 38 xwendekarên Zanîngeha Mersînê yên demokratîk û welatparêz ji aliyên polîsên TEM'ê ve hatibûn binçavkirin. 38 xwendekar sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî, bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne", “Propagandaya rêxistinê kirine", "Beşdarî çalakiyan bûnê" sewqî dadgehê kir. 1. Dadgeha Sulh Ceza ya Mersînê jî jê 11 xwendekar bi şertê “kontrola edlî”, 34 xwendekar serbest berda. Xwendekarên bi navê Abdûlkadir Keleş, Abdûllah Talha Demîr, Vedat Îrînç, Ezgîn Boyraz jî bi heman hincetê girt û şand girtîgehê.