Li Meksîkayê xwendekarên winda: 4 kesên din jî hatin girtin

Li Meksîkayê xwendekarên winda: 4 kesên din jî hatin girtin

4 endamên kartela tiryakê ya ku tê gotin ku bi revandina 43 xwendekarên Meksîkayê re têkildar e hatin girtin.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku der barê revandina 43 xwendekaran de 4 kesên ku tê gotin ku bi revandina wan re têkildar in hatine girtin.

Polîsan girtina 4 kesan piştî nûçeya ku li bajarê Cocula gora komî hatiye dîtin şûnde aşkera kir. Xwendekar piştî pevçûna di navbera polîs û kesên rûyên wan girtî de winda bibûn.

Dozgerê Giştî yê Meksîkayê Jesus Murîllo da zanîn ku endamên kartela tiryakê berê jî profesorek revandine û wiha got: “Em îro kesên ku ev ciwan revandine, digirin."

Rayedarên Federal jî der barê windabûna xwendekaran de heta niha di nava wan de polîs jî hene 50 kes girtin.

Di lêkolînên DNA’yê yên li ser cenazeyên gora komî hatin kirin de derket holê ku cenazeyên zarokan e.