Li Marsîlyayê bi meşa meşaleyî piştgirî dan greva birçîbûnê

Li Marsîlyayê bi meşa meşaleyî piştgirî dan greva birçîbûnê

Bi sedan kes li bajarê Marsîlya yê dikeve Başûrê Fransayê bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê, heta nûnertiya YE meşa meşaleyî pêkanîn.

Meşa ku di bin baranê de ji aliyê Meclîsa Ciwana ya Marsîlyayê hate organize kirin, li Qada Canabiere di demjimêr 18.00’an de destpêkir. Meşa ku zêdetirî 300 kesan tevlîbûn parkartên “Bêdengî mirinê tîne, ji mirinê re bêdeng nemînin”, “Çalakiya birçîbûnê 60 roje didome”, “10 hezar girtiyên siyasî ji bo azadiya me di çalakiya birçîbûnê de ne” hilgirtin. Weke din jî çalakvana dowîzên daxwaza azadiya Metîn Aydin yê ku li Almanyayê girtiye û 62 roje di çalakiya birçîbûnê de ye jî rakirin.

Çalakiya ku heya nûnertiya YE’ê dom kir, gelê Amazigh (Berberî) yê li Marsîlyayê jiyan dikin jî piştgirî dan. Çalakî piştî axaftinên derbarê çalakiya birçîbûnê ya li ber nûnertiyê bi dawî bû.