Li Maltayê keştiya penaberan qulipî

Li Maltayê keştiya penaberan qulipî

Keştiya ku penaber dibir, li girava Lampedusa ya Malta û Îtalyayê qulipî û û bi dehan kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat der barê bûyera ku pêk hat de axivî û got herî kêm 27 kes mirine û xebatên lêgerîna cenazeyan didome.

Ajansa Nûçeyan a Ansa ya Îtalyayê jî got di qezayê de nêzî 50 kesî mirine û  got di nava kesên mirine de beşek  mezin jin û zarok bûne û heta niha 33 cesed hatine derxistin.

Muscat got heta niha 20 jin 17 jê zarok bi giştî 150 kes hatin rizgarkirin. Heta niha di nava kesên hatine rizgakirin de du jê zarok 4 kes dijîn.  Ji bo dermankirina kesan, bi helîkopteran wan dibin nexweşxaneyan.