Li paytexta Spanya Madrîdê, greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên ev 64 roje di grevê de ne, bi mîtîngehekê bi dawî bû. gelek Spanî jî tevli mîtînhê bûn û di mîtîngê de serokwezîrê Tirk Erdogan bi gotinan ‘serokwezîrekî ku ji mirina girtiyan re xwe amade dike enceq kujer e’ hat protestokirin.
Ji aliyê Însiyatîf Gel a Kurd ya Spanyayê ve 10 mijdarê li Kolana Castîlla Comîterîa grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û duh êvarê bi mîtîngekê bi dawî bûn.
Mîtînga li Madrîdê Plaza Tirso de Molina Sentro de pêk hat de, gelek kurdên li Madrîdê dijîn û dostên kurdan tevli bûn. Her wiha organîzasyona gerîlayên Fedayiyên Îranê jî piştgirî da. Di axaftinên di mîtîngê de hatin kirin de hate destnîşan kirin ku grevên birçîbûnê gihiştine sînorên mirinê û bertek nîşanê serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan û wiha hat gotin:
“Serokwezîrê ku ji bo mirinên girtiyan xwe amade dike enceq dikare bibe kujer. Serokwezîrê ku demokrasiyê pêhîn dike enceq dikare bibe dîktator. Dîktatoriya Erdogan dê bi vê berxwedanê têk biçe. Divê welatên Ewropayê ji van grevên birçîbûnê re temaşe nemîne. Ji bûyereke neyînî welatên Ewropayê jî berpirsyar in.” Bê navber dirûşme hatin qêrîn.
Mîtîgan ku çapemeniya Madrîdê jî eleqeyeke mezin nîşan da bi dawî bû.