Li Luzernê otobusa azadiyê bicoş hate pêşwazî kirin

Li Luzernê otobusa azadiyê bicoş hate pêşwazî kirin

Otobusa Azadiya Ocalan ku qasî meh û nîve li welatên Ewropa digere, li bajarê Luzern yê Swîsreyê bi coşek mezin hate pêşwazî kirin.

Otobusa ku piştî bajarên St.Gallen, Winthertur di demjimêr 15.00’an de hate Luzernê, 10 kîlometreyan berî ku bigehe bajar ji aliyê endamên Komeleya Kurd ya Zug ve bi dîlan û slogan ve hate pêşwazî kirin.

Otobusa ku li gel karwanekî nêzî 20 wesayîtan giha îstasyona Navenda bajarê Luzernê, li vir ji aliyê zêdetirî 400 kesan ve bi gulan hatin pêşwazî kirin. Li qadê hûnermendê Kurd Muslim Bektaş û koma wî konserek da.

Çapemeniya herêmê ku çalakiya pêşwazî kirinê şûpand, bi axaftinên Almanî, Kurdî, Tirkî armanca çalakiyê, girîngiya Ocalan ya di çareseriya aştiyane ya di pirsgirêka Kurd de, çalakiya birçîbûnê ya girtiyên Kurd û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd hatin vegotin.

Çalakî ji ber ku li navenda bajar ya herî bi qelebalix hate kirin, derdorê eleqeyek mezin nîşanda. Standa îmzeyan ya ji bo Azadiya Ocalan hatibû danîn bisedan kesî ziyaret kir û kesên serdan kirin di derbarê çalakiyê de hatin agahdar kirin.

Her wiha heyeta otobusa Ji Ocalan re Azadî dê îro tevlî panelekî ya ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ya Luzernê ve tê durist kirin bibe. Sibe jî otobus dê biçe Qada Zurich Rathausê.