Li paytexta London a Îngîlîstanê li ber avahiya serokwezaretê bi sedan kes hatin cem hev û piştgirî da girtiyên ev 43 roje li girtîgehên Tirkiyeyê ketine grevê.
Kurdên li Londonê dijîn li ber avahiya serokwezaretê hatin cem hev û bi çalakiya ku pêk anîn bal kişandin ser greva birçîbûnê.
Çalakiya li ber avahiya serokwezaretê ya ku li herêma Westmîster pêk hat saet di 13.00’an de dest pê kir. Bi sedan kurdên hatin cem hev, piştgirî dan grevê û her wiha di nava çalakgeran de Parlamenterê Partiya Karkeran a Îngîlîstanê Jeremy Corbyn jî hebû.
Ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê hatin hildan û dirûşmeyên “em berxwedana girtiyan” silav dikin hatin berzkirin.
Hate hînbûn ku çalakî hêj didome û îro li Londonê dê greva birçîbûnê ya 3 rojan dest pê bike.
Çalakî bi pêşengiya Meclisa Gel a Brîtanyayê dest pê dike û Navenda Civaka Kurd, Malagel, FED-BÎR, GÎK-DER, Meclisa Jinan a Roj, Meclisa Ciwanan a Ozgur Ronî piştgirî dayê.